Kurdên li Brîtanyayê alîkarî ji malbatên hewcedar ên li Şehbayê re şandin.
Kurdên li Brîtanyayê dimînin, alîkarî ji malbatên hewcedar ên li kamp û mexdurên erdhejê yên li Şehbayê re şandin.
Ev alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurd û Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê tên belavkirin.
Li gorî Heyva Sor a Kurd, alîkariya ku hatiye şandin dê li zêdetirî hezar û 400 malbatên li kampan û malên zirardîtî werin belavkirin.
Alîkarî li şêniyên li Kampa Berxwedan, navçeya Fafînê hatin belavkirin.
Tê payîn ku dê li niştecihên li kampên Serdem, Efrîn, Şeba û Vegerê, gundên Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê werin belavkirin.