Kurd ji alîkariyên mirovî bê par tên hiştin

Kiryar û hovîtiya li hember xelkên Cindirêsê yên Kurd dewam dike. Çete di dema belavkirina alîkariyan de cudahiyê dixin navbera pêkhateyên li Efrînê de û welatiyên Kurd ji alîkariyan bê par dimînin.

Ji bo her sê hevokên destpêkê dîmenê erdheja li Cindirêsê bikarbîne

12 roj di ser erdheja ku 6’ê Sibatê rû da, derbas dibin.

Navçeya Cindirêsê jî, yek ji wan deverên ku xisarên mezin dîtin.

Ji roja ku erdhejê rû da alîkarî û destekek wekî tê xwestin nehat dayîn.

Çeteyên li wir jî alîkariyên mirovî yên ku derbas dibûn ji bo mexdûrên erdhejê desteser dikirin û bi rengekî nijadperestî nêzîk bûn.

Welatiyên Kurd ên li Cindirêsê ji alîkariyan bê par dimînin.

Efrîn POST dîmenek parve kir, tê de welatiyên Kurd ên ji Cindirêsê diaxivin.

Welatiyên ku diaxivin diyar dikin ku çete cudahiyê dixin navbera wan de û alîkariyan li wan belav nakin.

Êşkence li endamekî tîmên alîkariyê û rojnamevanekî hate kirin

Li aliyekî din jî çeteyên Heyet Tehrîr El-şam êşkence li endamekî tîmên alîkariyê kir.

Hate ragihand ji ber wî parek ji alîkariyên ku ji mexdurên erdhejê re hatine nedaye çeteyan jî, li wî dane û êşkence kirine.

Rojnamevan Ehmed El-dîmeşqî jî, dema ku ev bûyer bi kamîreya xwe belge dikir rastî êşkenceyê hat.

Li aliyekî din, malbatên çeteyan tevî ku malên ew tê de rûniştine tu zerer nedîtine, dest ji malên xwe berdidin.

Ev malbat li konên ku ji aliyê Meclisa Xwecihî ve hatine vedan dimînin, da ku alîkariyên mirovî bistînin.

Back to top button