Zelensky: Em ê ji bo aştiyê dest ji parçeyeke xaka xwe bernedin

“Ji bo aştiya li welat wê dest ji ti parçeyeke xaka welat neyê berdan.”Serokomarê Ukrayna Zelensky bi van gotinan helwesta welatê xwe ya ji bo dawîbûna şerê li welat anî ziman. 

Di şerê Ukrayna yê nêzî salekê dibe de, aliyek yê ji şer aciz bûyî xuya nake.

Kîev û Moskow di armancên xwe de bi israr in.

Lê ya diyar, dirêjbûna şer êdî ji derveyî berjenwediya gelek aliyan e.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got,

Em ê di ti peymana aştiyê ya potansiyel a bi Rûsyayê re ji axa xwe tawîz nedin.

Di wextekî ku salvegera êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna nêzîk dibe de, Zelensky ji tora BBC re axivî.

Zelensky anî ziman ku qurbankirina axa welat wê tenê bê wateya vegera dubare ya Rûsya bû welat.

Lê çekên ku welatên Rojavayî didin, rêya ber bi aştiyê ve nêzîktir dike.

Zelensky: Êrişên Rûsya ji çend aliyan ve despê kirin e

Serokomarê Ukraynayê her wiha diyar kir ku êrîşa biharê ya li bendê bûn ji niha ve dest pê kiriye û got:

“Êrîşên Rûsyayê ji çend aliyan ve dest pê kirine.”

Volodymyr Zelensky banga xwe ya ji bo alîkariyên leşkerî yên zêdetir ji Rojava dubare kir û îdia kir ku ew dikarin li pêşiya pêşdeçûna hêzên Rûsyayê rawestin.

Zelensky bi domdarî ev tişt anî ziman: “Bêguman çekên nûjen aştiyê lez dikin. Tenê zimanê ku Rûsya jê fam dike çek in.”

Zelensky di çarçoveya lêgerîna xwe ya ji bo piştgiriya navneteweyî de hefteya borî bi Serokwezîrê Brîtanya û rêberên Yekîtiya Ewropî re civiya.

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak dema ku lîderê Ukraynayê balafirên şer ên nûjen daxwaz dikir de got, “her tişt li ser masê ye”.

Hêzên Rûsî 12 meh berê dest bi êrîşeke berfireh li ser Ukraynayê kirin.

Ji bakurê welat ve ber bi paytext Kîev û li başûr jî pêşdeçûn bidest xistin.

Piştî windahiyên giran di nava hefteyan de neçar man paşde vekişin.

Îtalya: xi jinping wê di salvegera êrişa ser Ukrayna de bi axive

Hemwextî van peyamên lîderê Ukraynî, ji Îtalya îdiayên balkêş derketin.

Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani got, Serokê Çînê Xi Jinping diyar kiriye ku 24’ê Sibatê, di salvegera yekemîn a êrişa Rûsya li ser Ukraynayê de wê axaftinek ya aştiyê bike.

Li gorî nûçeya Reutersê, Tajani diyar kir ku piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Çînê Wang Yî re ev agahî hatiye bidestxisitn.

Balkêşe beriya niha îdiayên ku Rûsya wê di wê rojê de êrişeke berfireh bide despêkirin derketibûn.

Back to top button