Rêveberiya Ekolojî ya kantona Hesekê 14 Hezar Dar belav kir

Rêveberiya Ekolojî ya Kantona Hesekê ji bo zêdebûna şînkahiyê 14 hezar dar li nivîsgehên ekolojiyê yên şaredarî û saziyên sivîl belav kir.

Rêveberiya Ekolojiyê ya Kantona Hesekê dest bi pêngava darçandinê li herêmên kantonê kir.

Di vê çarçoveyê de îro 14 hezar dar li nivîsgehên ekolojiyê yên şaredariyên navçe, bajarok û saziyên sivîl belav kir.

Hevseroka Rêveberiya Ekolojiyê Robenda Ebdo diyar kir ku armanca wan ji pêngavê darçandinê ew e ku rûbera şînkahiyê li bajêr zêde bikin.

Robenda Ebdo destnîşan kir ku wê li gundê Sêgir ê navçeya Dirbêsiyê daristanekê ava bikin da ku rewşa hewayî ya herêmê baş bibe.

Back to top button