Rejîmê derdora nuqteyek dewleta Tirk topbaran kir

Agirbesta Putin -Erdogan li Idlibê di roja xwe ya 4. de jî hat binpêkirin û rejîmê derdora nuqteyeke dewleta Tirk topbaran kir.

Têkildarî agirbesta navborî, sibe şandeyeke Rûsî berê xwe dide Enqereyê.

Tevî gefên serokkomarê Tirkiyê Erdogan û ragihandina agirbestekê, rejîma Sûrî êrîşên xwe li gundewarê Idlibê dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rejîma Sûrî îro piştî nîvroyê herêmên Mestûma û Nrib li Idlibê û bajarokê Dar Izayê li gundewarê Helebê topbaran kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku hin top li derdora nuqteyek dewleta Tirk a li herêma Mestûmayê ket.

Ev topbaran di wextekî de pêk hat ku rejîma Sûrî û Rûsya ji aliyekî ve û dewleta Tirk ji aliyekî din ve hevdu bi binpêkirina agirbesta heyî ku ev 4 rojan hatiye ragihand, tawanbar dikin.

Şandeyeke Rûs wê biçe Enqereyê

Têkildarî lihevkirina 5 Adarê li Moskoyê ku navbera serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û hempîşeyê wî yê Tirkiyê Erdogan de pêk hatibû, sibe şandeyeke Rûs digihêje Enqereyê.

Wezareta Parastina dewleta Tirk bi daxuyaniyekê hevdîtina navborî ragihand.

Hemwextî wê Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku di nava saetekê de dewleta Tirk zêdetirî 260 alavên leşkerî derbasî Idlibê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di meha borî de Rûsya û Tirkiyê 3 civîn der barê Idlibê de li dar xistin, lê negihîştin ti encaman.

Her wiha Rûsyayê dewleta Tirk bi napêkanîna peymanên Soçî û Astanayê tawanbar kir.

Di encamê de aliyên navborî 5’ê Adarê li Moskoyê civiyan û agirbestek ji bo Idlibê ragihand.

Lê ev agirbest di saetên xwe yên destpêkê de hat binpêkirin û rejîma Sûrî û Rûsyayê, çeteyên dewleta Tirk bi vê yekê tawanbar kirin.

Back to top button