4 çeteyan destdirêjî jineke Kurd di girtîgeheke li Cerablûsê de kirin

Sûc û kirinên dermirovî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dawî lê nayên. Çeteyên dewleta Tirk, destdirêjî li jineke kurd ku di girtîgeheke li Cerablusê ye kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ev bûyer piştrast kir û ragihand ku 4 çeteyên dewleta Tirk destdirêjî li jineke kurd di girtîgeheke li Cerablusê yê dagirkirî de kir.

Rêxistinê eşkere kir ku 31’ê Tebaxê çeteyên bi navê Mehmûd Remedan, Ebo Fîras, Xalid Cima’i û Ebo Yasir, bi komî destdirêjî li jineke kurd a revandî kirine.

Rêxistinê da zanîn ev suc ne cara yekemîn e ku li dijî jinên kurd di girtîgehan de pêk tînin.
Tevî ku bi dehan bûyerên destavêtina jinan hatine belgekirin û ji raya giştî re jî hatine parve kirin, lê hîna ti helwest nîşan nedaye..

Ev yek jî sûcên dewleta Tirk li dijî jinan rawa dike.

Back to top button