Serokê ÎHD’ê yê Wanê Melet: Tecrîd sûcekî mezin e, divê demildest bi dawî bibe

Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mûrat Melet, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Ocalan, pirsgirêkên demokrasî, aborî, civakî û çandî kûrtir, ji ber vê yekê divê demildest tecrîd bi dawî bibe.

Mûrat Melet, destnîşan kir ku tecrîd rêbazekî îşkenceyê ye û sûcekî li hemberî mirovahiyê ye.

Melet, bibîr xist ku bi tecrîdê re mafên Ocalan hemû tên binpêkirin û got:

“Tecrîd, îşkence bi xwe ye. Bi salan e Ocalan tê tecrîdkirin. Bi ser de şert û merc jî tên girankirin.

Melet, diyar kir ku bi tecrîkirinê re pirsgirêkên li Tirkiyeyê her diçe kûrtir dibin.

Mûrat Melet diayr kir ku, çareserkirina pirsgirêka kurd di heman demê de çareserkirin gelek pirsgirêkên
demokrasî, aborî, civakî û çandî yê Tirkiyê ye.

Melet, anî ziman ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkên li Tirkiyeyê demildest divê tecrîd bi dawî bib.

Back to top button