Ji konferansa Cinêvê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Li Cenevreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konferansek hate lidarxistin.
Ji parêzerên Rêber Apo Mahmut Şakar û Raziye Ozturk diyarkirin ku Komploya Navneteweyî weke modelek di şexsê birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye pêşxistin.
Ji ber vê jî ger tecrîd neyê rakirin wê ev polîtîkayên dijwar li ser gelê Kurd bidomin.
Piştre, ji parêzerên Baroya Cenevreyê Olivier Peter jî diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê, hevgirtina navneteweyî pêwîste

Di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê konferansa bi navê “Li cîhanê û li Tirkiyê girtiyên siyasî” hat lidarxistin.

Di rûniştina sêyemîn û dawî ya konferansê de, panela bi navê “Abdullah Ocalan û pergala Îmraliyê”, “Dîroka esaret û paradîgmaya Ocalan” û “Pergala Îmraliyê û tecrîd” hat lidarxistin.

Mahmut Şakar: Hêzên navneteweyî pergala Îmraliyê avakirin

Di panelê de ji parêzerên Rêber Apo Mahmut Şakar axivî.

Mahmut Şakar anî ziman, ji ber ku fikrê Rêber Apo li cîhanê hatiye belavkirin tecrîdek giran li ser tê meşandin û wiha got:

“Komploya Navneteweyî weke modelek di şexsê birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye pêşxistin.

Ji ber vê jî ger tecrîd neyê rakirin wê ev polîtîkayên dijwar li ser gelê Kurd bidomin.”

Raziye Ozturk: Tecrîda Îmraliyê li Tirkiyê belav kirin

Piştî parêzer Mahmut Şakar, ji parêzerên Buroya Sedsalê Raziye Ozturk jî axivî û balkişand ser bêhiqûqiya 25 salan a li zindana Îmraliyê tê kirin û got:

“Pergala Îmraliyê li ser bêhiqûqiyê hatiye avakirin roj bi roj li tevahiya civakê belav bû.

Em îro bandora tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyê jî dibînin.”

Raziye Ozturk: Ji bo azadiya Rêber Apo divê em têkoşînê xurt bikin

Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku bertekên navneteweyî yên li dijî tecrîdê û daxwaza azadiya Rêber Apo pir girîng e û ev bang kir:

“Divê em têkoşîna xwe xurtir bidomînin.

Ciwan, jin, divê em hemû xwedî li paradîgma Birêz Abdullah Ocalan derkevin.”

Olivier Peter: Bi hevgirtina navnetewî em ê tecrîdê bişkînin

Piştre, ji parêzerên Baroya Cenevreyê Olivier Peter jî diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê, hevgirtina navneteweyî pêwîste û ev tişt got:

“Bi hevgirtin û helwesta xwe em dikarin saziyên eleqedar seferber bikin û vê bêdengiyê bişkînin.

Divê em li her derê bînin ziman ku dewleta Tirk hemû nirxên hiqûqî binpê dike û mafên mirovan paşguh dike.”

Jessiva Carlqvist: Têkoşîna me ji bo azadiya fîzîkî dê bidome

Her wiha siyasetmedara Swêdî Jessica Carlqvist ku li ser înternetê beşdarî konferansê bû, diyar kir ku ji bo azadiya Rêber Apo pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye.

Piştre konferans bi hilgirtina posterên Rêber Apo û bi berzkirina dirûşma “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.

Li Cenevre konferansek li ser tecrîda li Îmraliyê tê lidarxistin

Back to top button