Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 91′ didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî dane destpêkirin 91 roj in dewam dike.
Her wiha nobeta edaletê jî li gelek bajarên Tirkiey û Bakurê Kurdistanê dewam dike.
Dayikên dîlgirtiyên azadiyê diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û bang li jinan kirin ku li dora felsefeya “Jin jiyan azadî” bên gel hevdu.

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo 91′ rojin di greva birçîbûnê de ne.

Nobeta Edaletê ya bi armanca piştevaniya bi girtiyan re li bajarê Amed, Wan,Mêrdîn, Êlihê û Stenbolê didome.

Çalakiya Nobeda Edaletê bê navber dewam dike

Çalakiya Nobeda Edaletê a li Amedê di roja 80’ê de didome.

Meryem Soylu ya di çalakiyê de li ser navê dayikan axivî bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de û peyama divê her kes tiştên dikevin ser milên wan bikin.

Çalakiya Nobeta Edaletê bi tilîlî û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê jî di roja 82’yan de bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” dewam kir.

Di çalakiya nobetê de dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxedana zindanan” hat berzkirin.

Rêxistina Partiya Wekhevîû Demorasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Tuşba a Wanê û xebatkarên Atolyeya Çand û Hunerê ya Aryenê serdana nobetê kir.

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê dest pê kirine li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê jî didome.

Malbatên girtiyên ji Nisêbînê hatin serdana çalakiyê kirin.

Di nobetê de stranên serhildanê hatin gotin û nîqaşên li ser rojevê hatin kirin.

Dayika dîlgirtiyê azadiyê Hogir Batu, Zahide Batu da zanîn lawê wê ev 4 sal in tena serê xwe di yek hucreyê de ye û got wê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.

Her wiha Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER’ê li Êlihê di roja 24’an de didome.

Çalagerên Tevgera Jinên Azad-TJA’yê serdana nobetê kirin

Li vir jinan gotin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û bang li jinan kirin ku li dora felsefeya “Jin jiyan azadî” bên gel hevdu.

Çalakiya greva birçîbûnê di meha sêyem de ye

Back to top button