Li Londonê şehîd Fîraz Dag’ê hat bîranîn

Şoreşgerê Enternasyonalîst, Derhêner û Rojnameger Fîraz Dag ê li Reqayê şehîd bû, bi wesîleya rojbûna xwe li Goristana London Highgate ya ku gora wî lê ye, ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.

Şoreşger Fîraz Dag ê ku ji Îngilistanê tevlî nava refên Hêzên Parastina Gel YPG’ bû û di 26’ê Îlona 2017’an li Reqayê di êrişa DAÎŞ’ê de şehîd bû.

Ji bo bîranîna wî endamêm Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ ên Îngilistanê, malbat û hezkiriyên wî li Goristana Highgate ya Londonê ku gora Fîraz Dag lê ye hatin cem hev.

Li ser navê TCŞ’ê ya Îngilistanê Zindan Baz diyar kir ku Fîraz Dag bi jiyan, têkoşîn û bîranînên xwe rêbertiya wan kiriye û got:

“Kengî em hesreta wî hîs dikin, em li stêrkên herî geş dinêrin.”

Nivîskar Alî Poyraz jî dazanîn ku Fîraz Dag di têkoşîna azadiyê de kesayetek bi bandor bû û wiha axivî:

“Bi rastî me ew winda nekir; ew her kêliya jiyana me, her nefesa ku em distînin bi me re ye.

Em ê bîranînên wan zindî bihêlin û mezin bikin.”

Back to top button