YPG’ê: Şehîd Fîraz Dag ji bo kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin re bû mînak

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê Mehmet Aksoy bi navê din Fîraz Dag ê ku beriya 5 salan di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû, bi bîr anî.

Fîraz dag, di 26’ê Îlona 2017’an de li Reqayê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Dag di 25’ê Nîsanê de, piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser çiyayê Qereçoxê, ji Ewropa çû Rojava û dest bi xebatên çapemeniyê yên YPG’ê kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê jiyan û têkoşîna Fîraz Dag de wiha hat gotin:

“Ger îro têkoşîna me xisleteke gerdûnî bi dest xistibe, bêguman ev yek bi saya keda Şehîd Fîraz û bi hezaran şehîdên me ye.

Şehîd Fîraz Dag ji bo her kesên ku têkoşîna azadiyê dide meşandin re bû mînak.

Dema ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê gelek bajar ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, Şehîd Fîraz bi kameraya xwe ya di destê xwe de tev li berxwedanê bû.

Her wiha beşdarî hemleya Reqa ya paytexta DAIŞ’ê bû û wê berxwedanê bi kameraya xwe belge kir.

Şehîd Fîraz Dag heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê xwe tê koşiya.

Şehîd Fîraz Dag jî yek ji wan hevalên me yê ku navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsiye û em tu carî ji bîr nakin.”

Back to top button