CPT, NY hevkarê îşkenceya mutleq ya tecrîdêne!

Ji Şandeya Parlamenteran a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê û ji bo Çareseriya Pirsgirêka Kurd parlamentera Fransayê Segolene Amiot li ser tecrîda Îmralî axivî.
Segolene Amiot diyar kir ku tecrîda mutleq îşkenceye û got: “Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên din ên ku vê yekê ji nedîtî ve tên hevkarê êşkenceya tecrîdê ne.”

Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ Şandeyek ji Parlamenteran a Navneteweyî ji Ewropayê serdana Stenbolê kir.

Parlamentera Partiya Fransayê ya Serî Natewîne Segolene Amiot ku endameke şandeyê ye li ser mijara tecrîdê axivî.

Segolene Amiot: Tecrîd bi dawî bibe neçareserî û zext jî wê bi dawî bibe

Segolene Amiot di despêka axaftinê xwe de wiha dibêje:

“Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan di asta navneteweyî de deng bide, em li vê derê ne.

Ji ber niha têkilî bi temamî bi wî re hatiye qutkirin.

Divê neyê jibîrkirin ku Birêz Ocalan 74 salî ye û 25 sal in di giravekê tecrîdkirî de ye.

Rewşa wî ya tenduristiyê nayê zanîn, nayê zanîn bê sax e yan na.”

Segolene Amiot: Tecrîda mutleq êşkence ye

Parlamentera Partiya Fransayê destnîşan kir ku ya ku tirkiye dike tecrîdeke mutleq e û wiha got:

“Eger Tirkiye bi rastî jî bi qasî ku îdîa dike welatekî demokratîk be, nabe ku bi vî rengî tevbigere.

Ji ber ku li welatekî demokratîk muxalîf ji ber gotinên xwe nikare bêne girtin, li ser girtiyekî siyasî zêdeyî 3 salan tecrîda mutleq nikare bê ferzkirin.”

Segolene Amiot: Saziyên Ewropayê jî hevkarê bêhiqûqiyê ye

Segolene Amiot ragihand ku saziyên li Ewropayê jî hevkarê vê bêhiqûqiya Tirkiyeyê ne û got,

“Saziyên Ewropa eger bi vê kiryarê nizanîbûna wê nebûna hevkarê sûc.

Lê belê ji ber ku zanin û tevî vê yekê jî bêdeng dimînin, hingî hevkarê vê bêhiqûqiyê ne.

Ji ber vê yekê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên din ên ku vê yekê ji nedîtî ve tên hevkarê êşkenceya tecrîdê ne.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Ocalan biryara mafê hêviyê da, lê belê ya esasî ew e ku ji bo bicihanîna vê biryarê wê karekî çawa bike.”

“Azadiya Ocalan meseleyeke jiyanî ye”

Back to top button