Qirkirina Siyasî: 12 kes hatin binçavkirin

Li Mêrdîn û Şirnexê vê sibehê 12 kes hatin binçavkirin.
Doh jî li gelek deveran mîna Mêrsîn, Enqere, Antalya, 67 kes hat binçav kirin.

Bi nêzbûna tura duyemîn ya hilbijartinê tirs desthilata AKP-MHP’ê li hemberî Kurdan zêde dibe.

Lewma bi destûra Erdogan li dijî gelek kesan operasyonên qirkirina siyasî pêk tên.

Ev operasyonên qirkirina siyasî îro jî pêk hatin.

Vê sibehê li Mêrdînê û Şirnexê di serdegirtinan de 12 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, kesên hatin binçavkirin wê bibin Amedê.

Di vê çarçoveyê de doh jî bi ser gelek malan de hate girtin.

Doh Xwediyê îmtiyazê yê ajansa Mezoptomaya Ferhad Çelîk, Rojnamevan Delal Akyûz,

Hûnermend û koordînatorê M-A Mûsîkê Şêrko Kanî war jî di nav de 67 kes hatin binçavkirin.

Li hêleke din Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 4 jê ji Çanakkaleyê nêzî 30 kes hatin binçavkirin.

Di nava wan 30 kesan de Hevserok û Rêveberên HDP û DBP hene.

Di operasyona qirkirina siyasî de herî kêm 67 kes hatin binçavkirin

Back to top button