Endama Koordînasyona PAJK’ê tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû.
Derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo, berxwedaniya Mexmûr û hilbjartinan de nêrînên xwe anî ziman.
Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû, têkîldarî rojevê nirxandin kir.
Endama Koordînasyona PAJK’ê derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo ev tişt anî ziman:
“Daxwaza yekemîn ya gelê me, ciwanan, jinan û dostên Kurdan ewe ku bi dawîkirina tecrîda li dijî Rêber Apo û azadiya wî ya fizîkî ya wî ye.
Ji tecrîda Îmraliyê ne tenê dewleta Tirk, hêzên navnetewî jî berpirsyar in.
Hêzên kapîtalîst bi girankirina tecrîdê dixwazin hegemonyayên xwe li Rojhilata Navîn bidin meşandin.
Lê ev planê wan bi berwedaniya Rêber Apo, gerîla û gelê me ve hate têkbirin”
Şîmal Ulkem Guneş: Kevneşopiya berxwedanê bi keda Rêber Apo û şehîdan derket holê
Endama Koordînasyona PAJK’ê bal kişand êrîşên li hemberî Mexmûrê û wiha got:
“Di êrîşa li hember Mexmûrê de jî dîsa jin pêşengiyê kirin.
Heman êrîş li hemberî Şengalê jî pêş ketin.
Li Şengalê li hemberî DAÎŞ û dagirkeriya Tirk berxwedaniya jinan derket holê.
Ev kevneşopiya berxwedanê di encama keda Rêber Apo û şehîdan de derket holê.”
Şîmal Ulkem Guneş: Divê her kes li hemberî Erdogan dengê xwe bide
Şîmal Ulkem Guneş derbarê hilbijartinên tûra duyemîn a serokkomariyê de nêrînên xwe anî ziman û got:
“Hêvîdarim gelê Kurd di 28’ê Gulanê de rejîma AKP-MHP’ê ku bi Hizbûllahê re tifaq kiriye têk bibin.
Helbet ev hilbijartinê ku li hemberî Erdogan bê kirin pir girînge, rejima 22 salan bi dawî kirin firsendeyekî dîrokî ye.
Heger neçin sindoqan li pêşiya faşîzm, komkûjiyan, tecawuz û nijadperestiya ku her roj bilind dibe nikarin bisekinin”
Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş bang li her kesî kir ku divê her kes biçin sersandoqan û dawî li faşîzmê bînin.



