Berxwedana penaberên Mexmûrê ya dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 12 rojin bê navber dewam dike.
Hê jî leşkerên Iraqê dora wargehê bernedane.
KCDK-E’yê ji bo Mexmûrê banga seferberiyê kir.
Xelkê wargehê 12 rojin şev û roj di nava berxwedanê dene.
12 rojin Leşkerên Iraqê bi israre û her roj hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.
Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobedê girtin.
KCDK-E’yê ji bo Mexmûrê banga seferberiyê kir
KCDK-E’yê têkildarî dorpêçkirina Wargehê daxuyaniyek nivîskî da.
KCDK-E’yê diyar kir ku bêdengiya NY ya li dijî êrîşên Wargeha Mexmûrê nabe ku mirov qebûl bike û got:
Bercwedana xelkê Mexmûrê cihê rêzê ye.
Em bang li gelê derveyî welat dikin ku pişrgirita xelkê Memûrê bikin.
Pêwîste her kes seferber bibe.
Federasyona Penaberên Iraqê: Bila Iraq dawî li dorpêça ser Mexmûrê bîne