Dayikên Gerîla yên bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê tekoşera jina azad Bêrîtan di salvegera wê ya 28’emîn de bi bîr anîn û êrîşên dewleta tirk û kirinên PDK’ê şermezar kirin.
Dayîkan di daxuyaniyê de şehîd Bêrîtan bibîranî û balkişandin ser kesayet û têkoşîna wê û gotin:
“Şehîd Bêrîtan ji bo tevahî jinên cîhanê pêşeng û sembola jina azad e, li hember ixanetê, fedekarî û têkoşînek mezin kir.
Dayîkan îşaret bi berxwedana gerîleyan li çiyayê Heftanînê kirin û diyar kirin ku bi rihê Bêrîtanan ew li ber xwe didin û li hember êrîşên dewleta tirk têkoşîn dikin.
Her wiha dayîkan siyaseta AKP/PDK’ê şermezar kirin jî û girîgiya yekîtiya kurdî diyar kirin û wiha gotin:
Hûn nikarin erdê Kurdistanê parçe bikin û ji zarokên me qut bikin.
Em ê li dijî êrîşan bisekinin û her dem li ser piyan bin.



