Şêniyên Mexmûrê: PDK’ê sînorê xwe derbas kiriye û dijminatiyê li dijî Kurdan dike

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê liv û tevgera PDK’ê ya li herêma Garê şermezar kirin û diyar kirin ku PDK êdî li dijî gelê Kurd ketiye nava hewldanên dijminatiyê.

Şêniyên Mexmûr’ê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û bi daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk Pakîstan Bîlen ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li her deverê êrîşên qirkirinê dimeşîne. Ji bo bigihêje armanca xwe dixwaze bi destê PDK’ê Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. Li her derê dixwaze destketiyên Kurdan ji hole rake. Niha jî PDK bi hevkariya dewleta Tirk li herêma Garê baragehan çêdike û hêz dişînin wê derê. Armanca vê tesfiyekirina tevgera azadiyê ye. PDK êdî sînorên xwe derbaz kiriye û li dijî gelê Kurd dijminatiyê dike.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ewê li dijî vê dijminatiyê têkoşîna xwe bilind bikin û bang li gelê Kurd hate kirin ku xwedî li destketiyên xwe derkevin.

Back to top button