Nûnerê hikumeta Şamê yê li NY`yê Beşar El-Ceferî di civîna Meclisa Ewlehiyê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê dewam dike û gefê li aramî û aştiya navneteweyî dixwe.
El-Ceferî diyar kir ku rejîma Tirk, dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê didomîne û guhertina demografiyê û tirkkirinê li herêmê pêk tîne.
El-Ceferî destnîşan kir ku sûc û destwerdana leşkerî ya rejîma Erdogan sînorê Sûriyê derbas kiriye û dest bi gelek dewletên din wekî Iraq, Lîbya, Qibris, Ermenistan û dewletên din kiriye.
Nûnerê hikûmeta Şamê El-Ceferî diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk xeternak in û gefê li aramî û aştiya navneteweyî dixwin.