Federasyona Penaberên Iraqê: Bila Iraq dawî li dorpêça ser Mexmûrê bîne

Federasyona Giştî ya Penaberên Iraqê jî bertek nîşanî êriş û hewldanên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ji aliyê Iraqê ve da û got: “Pêwîste Neteweyên Yekbûyî parastina ewlehî û selametiya xelkê Mexmûrê bigre ser milê xwe.”

Federasyona Giştî ya Penaberên Iraqê têkildarî hewldanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya ji aliyê artêşa Iraqê ve, daxuyaniyek nîvîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev pêngavên hêzên ewlehiyê yên Iraqê li dijî welatiyên sivîl ne raste û wiha hate gotin:

“Gelê Mexmûrê ji ber zilm û bê mafiyên hikûmeta faşîst a Tirk, ev 30 salin di rewşek gelek zehmet de li wê kampê jiyan dikin.

Ev nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê li dijî hemû pîvanên navdewletî yên mafên penaberanin.”

“Divê NY parastina ewlehiya xelkê Mexmûrê bigre ser milê xwe”

Federasyona Giştî ya Penaberên Iraqê diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî û çavdêrên navnetewî parastina ewlehî û selametiya xelkê Mexmûrê bigre ser milê xwe.

Federasyonê her wiha bang li her kesên xwedî vîjdan kir ku li dijî vê kiryara ne mirovane ya hikumeta Iraqê nerazîbûna xwe nîşan bide.

Berxwedana şêniyên Wargeha Mexmûrê didome

Back to top button