Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê

Çeteyan welatiyek û hevjîna wî li Efrînê revandin û dest danîn ser gelek zeviyên zeytûnan û veguherandin erdên çandiniyê

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî welatiya bi navê Xedîca Henan û hevjînê wê Ibrahîm Henan yên ji xelkê Kefer Zêtê revandin.

Hate diyarkirin ku çeteyan wan ber bi cihekî ne diyar ve bir û heya vê kêliyê tu agahî derbarê wan de nayê zanîn.

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihand ku çeteyên lîwaa 112’an li navçeya Badîna dest danîn ser gelek zeviyên zeytûnan.

Torê daxuyakirin ku çeteyan ev zevî veguherandine erdên çandiniyê.

Torê da zanîn ku zêdetirî hezar û 500 darên zeytûnê li wan zeviyan hene.

Her wiha li gundê Kîmar jî çeteyan agir berda nava jimareke mezin ji darên zeytûnê.

Ew dar jî milkên welatiyên bi navê : Bekir Menan, Miqdad Henan, Cemo Kalo, Remzî Ilkah, Bedrî Wezîr, Nûrî Wezîr û Hemîd Wezîr in.

Efrîna dagirkirî-Sûc, hovî û binpêkirinên dewleta Tirk

Back to top button