Hesekê-Bi merasîmekê 74 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê, li Hola Serdem a bajêr 74 şehîdên meha Gulanê bi bibîranîn.

Piştî rêzgirtinê, Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Moro di merasmê de axivî.

Moro diyar kir ku, Şehîdan xeta berxwedanê hilbijartin e û ji bo rizgarkirina gelê xwe ji zilmê, canê xwe feda kirin.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Ala Hesekê jî anî ziman ku şehîdan di rêya rizgarkirina xaka xwe ji dijminan, berdêlên giran dan.

Merasîm, bi pêşandan sînevîzyoneke wêneyên 74 şehîdan bi dawî bû.

Li Çilaxa 36 şehîd hatin bibîranîn

Back to top button