
Li navçeya Çilaxa ya Qamişlo 36 şehîdên mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê hatin bibîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa merasîma bîranîna 36 şehîdên mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê li Navenda Çandê ya navçeyê li dar xist.
Tevî endamên saziyên civaka sivîl, PYD, Kongra Star, nûnerên meclisên leşkerî û malbatên şehîdan, gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de malbatên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan pê xistin û wesîqeyên 36 şehîdan hatin xwendin.
Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Ehmed Îsa axivî.
Îsa bal kişand ser rola şehîdan di parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û soza şopandina rêya şehîdan da.
Her weha banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan û hevgirtinê kir.
Merasîm bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.