
51 cangoriyên azadiyê yên di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de şehîd bûne, li Tirbespiyê hatin bibîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê merasîmê bîranîna 51 şehîdên ku di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de li deverên cuda şehîd bûne, li dar xist.
Merasîm li hola PYD’ê ya navçeyê hat lidarxistin.
Di merasîmê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê şehîdan, hatin guhdarkirin û sînevîzyona 51 şehîdan hat pêşandan.
Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivî, bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got:
Ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemê keda şehîdan e.
Hesen bang li şêniyan kir ku xeta şehîdan bişopînin û xeyalên wan bi cih bînin.
Dawiya merasîmê, wesîqeyên 51 şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin.