Artêşa Tirkiye gundê Şealê yê herêma Şehbayê da ber topan.
Ji malbatekê 3 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker di saetên êvarî de, gundê Şealê yê Şehbayê topbaran kiribû.
Di encamê de Mihemed Mistefa (50), Emîne Bilêc (45) û Rûslîn Mistefa (16) yên ji heman malbatê ne birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa topbaran kir
Li ser gundên li bakur, rojhilat û rojavayê Eyn Îsa jî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk hebû.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Xalidiyê, Ilêmat, Mestûr, Cidêdê, Muelek, Seyda, Mişêrfê û Kampa Eyn Îsayê yên Eyn Îsayê topbaran kir.