Rîham hesen: PKK tevgereke mirovahiyê ye; ne terorîst e

Li Başûrê Kurdistanê jî ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hem bang tên kirin û hem jî çalakî pêk tên.
Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen dibêje:
“PKK rêxistineke mirovî ye, ne PKK, aliyên ku ew xistine vê lîstê ew terorîst in.”
Endamên KNK’ê yên başûrê Kurdistanê Ferhad Resul û Şukrullah Hemedemîn bertek nîşan dan û tekez kirin divê piştgiriya bi kampanyayên îmzeyan re were kirin.

Kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bi piştgiriyeke mezin li seranserî Cîhanê dewam dike.

Li Şengalê jî pêngava kampayaya îmzeyan ku hatiye destpêkiirn bi coş didome.

Kesên ku beşdarî kampanyayê dibin wekî erkeke dîrokî binav dikin û xwedî derketina li PKK’ê wekî xwedîderketina nirxên xwe dibînin.

Yek ji kesên beşdarî kampanyayê bûye Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen e.

Riham Hesen derbarê kampanyayê de axivî û diyar kir ku ew wekî rêxistin û gelê Şengalê xwedî li vê kampanyayê derdikevin û wiha got:

“Yê di roja reş de bi hawara me ve hatin, em ji fermanê xilas kirin PKK ye. PKK’ê partiya mirovahiyê ye û li her cihê ku gelê bindest hebe bi hawara wan ve diçe. Ev kampanyaya îmzayan tiştê herî kêm e ku divê em bikin.

Xwedîderketina li rêber APO û li şagirtên wî xwedîderketina li civakê ye.”

Riham Hesen di dawiyê de bang li gelê Şengalê kir ku bi xurtî tevlî kampanyayê bibin.

Endamên KNK: Divê her kes ji bo derxistina PKK ji lîsteyê bixebite

Li Başûrê Kurdistanê jî kampanyaya îmzeyan berdewam dike.

Derbarê girîngiya kampanyê de endamên Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji Rojnews re axivîn û banga piştgiriya bi kampanyê re li gelê Başûr kirin.

Endamê KNK’ê Ferhad Resûl da zanîn ku armanca xistina navê PKK’ê di nava rêxistinên qedexekirî de ew e ku derbê li tevgera azadîxwaz a gelê Kurd bidin

Ferhad Resûl got:

“Divê hemû welatparêz, hêz û aliyên siyasî yên Kurdî hem li Kurdistan hem jî li ser asta Cîhanê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê bikevin nava hewildanan û bi xebitin.

Bi derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê re wê li Tirkiye û herêmê pêvajoya aştiyê pêk were.”

Endamê KNK’ê Şukrullah Hemedemîn jî axivî û got:

“Nabe ku PKK’ê bi vê navî were pênasekirin, ji ber ku PKK’ê ji bo mafên xwe ên rawa têdikoşe.

Ji bo wê ger hin terorîst hebin, ew jî dewleta Tirk bi xwe ye. Ji ber ku bi awayek rêxistinkirî kiryarên xwe yên terorîstî dewam dike.”

 

 

Back to top button