Yekîneyên Berxwedana Şengalê daxuyanî da

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi daxuyaniyekê şehîdên rizgariya Şengalê bibîr anî.
YBŞ’ê anî ziman ku yên xwedî li Şengalê derketin gerîla bû û got: ”Em ê heya dawiyê deyndarên gerîla bin.”
YBŞ’ê piştrast kir ku ew ê destkeftiyên hatine bidestxistin biparêz in.

Beriya 7 salan weke îro navenda Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi vê boneyê daxuyaniyek da.

YBŞ şehîdên rizgarkirina Şengalê bibîr anî

YBŞ’ê di destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên rizgariya Şengalê bibîr anî û got:

Beriya 7 salan çeteyên DAIŞ’ê êrişeke qirkirinê anî ser gelê me.

Li hemberî vê qirkeriyê, gelê me bi îrade û baweriya xwe li ber xwe da.

YBŞ: Yê xwedî li Şengalê derket gerîla bû

Yên ku xwedî li gelê Şengalê derketin gerîla bû.

Ked û berdêlên ku gerîla ji bo me dane em ê ji bîr nekin.

Gerîla ji bo rizgarkirina axa me ya pîroz heyanî dawiyê têkoşîneke bê hempa raber kirin.

Ti armancekî wanê dinê nebû.

Bêyî ku di berjewendiyên takekesî de bifikirin têkoşîna xwe dewam kirin.

Em ê heya dawiyê deynidarên wan bin.

YBŞ: Tirkiyê dixwaze tola DAIŞ’ê rake

YBŞ’ê behsa êrişên vê demê yên dewleta Tirk li ser Şengalê jî kir û ev tişt anî ziman:

Dewleta bi hişmendiya tolgirtina DAIŞ’ê ve carek din dixwaze axa me dagir bike.

Ji bo wê jî êriş careke din li dijî Şengalê zêde kirine.

Care de bi destê xayîn û xwe firoşan dixwazin feramanên nû bi serê me de bînin.

Li hember van êrişan û hemû êrişên dagirkeriyê li ser Şengalê em ê li ber xwe bidin.

YBŞ: em ê destkeftiyan biparêz in

YBŞ’ê piştrast kir ku ew ê destkeftiyên hatine bi destxistin biparêz in û wiha bi dawî kir:

Ev nirx û destkeftiyên hatine afirandin, bi berdêl dayînê ve hatine afirandin.

Yek bosta vê axê ku xwîn li ser nehatibe rijandin tuneye.

Helbet em ê bi gelê xwe yê berxwedêr re van nirxan biparêzin.

Em îro xwedî ew hêzin ku destkeftiyên xwe biparêzin.

Em ê vê têkoşînê demildest bi serkeftinê re tacîdar bikin.”

Back to top button