Parêzerê Rêber Apo Faîk Ozgur ji ANF’ê re axivî

Parêzer Faîk Ozgur Erol diyar kir ku 2 sal û nîv e agahiyê ji Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî nayê girtin û got:”Ew bi temamî xistine tecrîdê û bi ti awayî agahî ji wan nayê girtin..
CPT li gorî hevsengiyên li Tirkiyeyê serdana Îmraliyê dike ..
Divê CPT êdî nebe hevparê tecrîdê.”

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.

“Li Îmraliyê li ber xwe didin”

Parêzer Erol bi bîr xist ku 2 sal û nîv e agahiyê ji Rêber Ocalan û hevalên wî nagirin û got:

“Bi giştî du sal û nîv e têkildarî Girtîgeha Îmraliyê çavdêriyeke serbixwe nehatiye kirin.

Saleke em nikarin dengê wan jî bibihîzin.

Girankirina tecrîdê ya di vê astê de xêr nîne.

Bi dîtina min şidandina tecrîdê ya di vê astê de pêwendiya xwe bi berxwedêriya Birêz Abdullah Ocalan heye.

Li dijî her cûre zext û zordariyê li ber xwe didin.”

“Nêzîkatiya CPT bi pirsgirêk e”

Erol anî ziman ku dema tecrîd tê girankirin CPT jî xwe li gorî rewşê bi rêk û pêk dike û işaret bi vê yekê kir:

“Şêweyê CPT ê şopandina Îmraliyê heta niha timî bi pirsgirêk bû.

Dema ku tecrîd tê girankirin, CPT jî dikeve nava helwesteke li gorî vê yekê.

Dema ku tecrîd heta astekê tê şikandin, CPT jî nêzîkatiyeke welê nîşan dide ku tecrîdê ji aliyê xwe ve dişikîne.

Saziyeke ku îdîa dike ew Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ye, bicihanîna berpirsyariyên xwe cihê nîqaşê ye.

Divê êdî nebe hevparê tecrîdê.”

Faîk Ozgur Erol destnîşan kir ku serlêdana hiqûqnasan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên ji çar aliyên cîhanê ji bo çûyîna Îmraliyê gelekî girîng û got:

“Hem serlêdana hiqûqnasên li Tirkiyeyê hem jî ya hiqûqnasên li Ewropa, Emerîka û Rojhilata Navîn me gelekî girîng û bi baldarî şopand.

Nêzîkatî û piştevaniya hempîşeyên me beriya her tiştî bêhiqûqî û sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê di asta navneteweyî de raxist pêş çavan. “

Back to top button