Çeteyên Difa El-Wetenî li Qamişlo agirbest binpê kir

Çeteyên Dîfa El-Wetenî, bi avêtina hawinan îro destê sibê agirbesta li Qamişloyê ku ji duh ve hatibû ragihandin, dîsa binpê kir.

Nûçegihanê me ragihand ku di dema Asayîş li gorî agirbestê li nuqteyên xwe tev digeriyan, çeteyan Dîfa El-Wetenî derdora saet 8’an, bi avêtina hawinan agirbest binpê kir.

Paşê şer li derdora Dibistana Hilko dest pê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayîş” jî îro dest bi operasyonên ewlehîkirina taxa Tay ji çeteyan kiriye.

Back to top button