Rûspiyekî êla Benî Seba ji aliyê çeteyên El-Dîfaa El-Wetenî hat armanckirin û kuştin.
Nûçegihanê me ragihand ku duh piştî rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan beşdarî civîna rawestandina êrîşên çeteyên El-Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, ji aliyê çeteyan El-Dîfaa El-Wetenî ve, hate armanckirin.
Hayis El-Ciriyan li pêşiya mala xwe ya li bakurê-rojhilatê Nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê, bi 3 guleyan hat şehîdxistin.
Tevî rakirina nexweşxaneyê û hemû hewldanan bijîşkan, el-Ciriyan berbanga vê sibê jiyana xwe ji dest da.
Meclisa Malbatên Şehîdan jî ji Ronahî TV re ragihand, ew ê îro saet 12 Şehîd Hayis El-Ciriyan li goristana şehîdan were veşartin.
Bavê şehîdê YPG Lorans, bi fikirê netewa demokratîk bawer dikir û her tim bang li yekîtî û dûrketina ji fitneyê dikir.