Şandeya Rêveberiya Xweser bi şandeyeke Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê re ji bo niqaşkirina geşedanên dawîn ên li Rojhilata Navîn, civînek pêk anîn.
Di civînê de Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê cîgirê serokê parlamentoya Danîmarkayê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve yên Danîmarkayê Amade bûn.
Di civînê de rewşa heyî û geşedanên dawîn ên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê zêdebûna tevgera DAIŞ’ê û êrişên dagirkeriya Tirk di civînê de hate nîqaşkirin ku binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê dikin hedef.
Di dawiya civînê de rayedarên danîmarkayê diyarkirin ku ew ê hevkariya xwe ji bo Rêveberiya xweser bidomînin û wê piştgiriyê bidin çareseriyên domdar ji bo zehmetiyên ku li herêmê rû didin.
Şandeya Rêveberiya Xweser beriya vê jî li avahiya parlamentoya Danîmarkayê bi gelek parlamenter û kesayetên siyasî re civiyabû.
Şandeyê Rêveberiyê li Katalonyayê bi keşeyê dêra Montserrat re civiya



