Şandeyê Rêveberiyê li Katalonyayê bi keşeyê dêra Montserrat re civiya

Şandeyê Rêveberiyê li Katalonyayê bi keşeyê dêra Montserrat Manil Casche re civiya.
Di hevdîtinê de hate gotin, bi saya projeya Rêveberiya Xweser aştiya navxweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye parastin.

Şandeya Rêveberiya Xweser a ji hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyê Nezîra Gewriyê pêk hat bi keşeyê dêra Montserrat a dîrokî Manil Casche re civiya.

Hevîdtin li dêra li ser çiyayên Montserrat a li Katalonyayê pêk hat.

Keşe naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê parlamentoya Katalonyayê ve bi gaveke erênî nirxandin û got,

Ev yek dê rê li ber pêşxistina têkiliyan di navbera herdu aliyan de vedike.

Her wiha hêvî kir ku ev naskirin bibe destpêka karên hevbeş.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd wiha got:

Pêwîst e hemû deverên olî bibin meqseda aştî û hezkirina di navbera ol û gelan de.

Şerê Sûriyê bûye şerekî olî û mezhebî.

Li deverên di bin dagirkeriya komên tundraw yên girêdayî dewleta Tirk de dêr û perestgehên êzidiyatiyê û xaniyên şêniyan wêran kirin û şênî jê derkirin.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ji bo projeya Rêveberiya Xweser a parastina hemû pêkhateyan bidome pêwistî bi keda hemûyan heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava hefteyê de, şandeya Rêveberiya Xweser beriya niha bi serokê hikumeta Katalonya û seroka Parlamentoya Katalonyayê re civiyabû.

Back to top button