Ji bo naskirina rewşa Reber Apo ciwanên Reqa meşek li darxistin

Ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê girtin.
Gel ji bo naskirina rewşa Tenduristiya Rêber Apo li qadan in.
Xelkê Tebqa û Dêrazorê bi meşekê diyar kirin ku divê malbat û parêzer bi Rêber Apo hevdîtinê pêk bînin.

Li Reqayê jî ji bo zelakirina rewşa Reber Apo,bi pêşengiya ciwanan meşek pêk hat.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ber avahiya Meclîsa Giştî li hev kombûn û heta çarxariya El-Neîm meşiyan.

Endamê Tevgera Ciwanan Mehmûd El-Xelef axivî û got:

“Ji ber ku Reber Apo feraseta dewleta faşîst redkir, tecrîdek giran li ser tê meşandin.

Rêber Apo îradeya gelên azad temsîl dike, em weke ciwan deyndarê wî ne.”

Ciwanan meşa xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kirin û gotin:

“Heta ku ji rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo ku agahî negirin em ê bêhna xwe nedin û li qadan bin.”

Xelkên Dêrazorê ji bo agahî ji Reber Apo bigirin meşiyan

Li aliyekî din xelkên Dêrazorê bi meşekê xwestin ji rewşa Rêber Apo agahî bigrin.

Meş li çexerêya Eşra Kîlo ya li herêma Seba Kîlo dest pê kir û li deriyê ketina Dêrazorê veguherî mîtîngê.

Di daxuyaniya li wir hate dayîn de wiha hate gotin:

“Em bang li aliyên têkildarî rewşa Reber Apo dikin ku zextê li rejîma Tirk bikin, da ku azadiya Rêber Apo pêk were.”

“Bi belavkirina fikirê Rêber Apo dikarin azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin”

Her wiha bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew bi belavkirina fikir û ramanên Reber Apo dikarin azadiya wî a fîzîkî misoger bikin.

Back to top button