Ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê girtin.
Gel ji bo naskirina rewşa Tenduristiya Rêber APo li qadan in.
xelkê Tebqa bi meşekê diyar kirin ku divê malbat û parêzer bi Rêber Apo hevdîtinê pêk bînin.
TAJÊ eşkere kir ku heta agahî ji Rêber Apo neyê girtin ew ê li qadan bin.
Piştî li erdheja li deryaya Marmarayê pêk hate li gelek deverên kurdistanê û derveyî welat ji bo naskirina rewşa tenduristina Rêber APo çalakî tê lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de, Şêniyên Tebqa ji bo zelelakirina rewşa Rêber Apo daketin qadan.
Meş ji parka Şehîd Hevrîn Xelef dest pê kir û li pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan vegeruherî mêtingê.
Di mêtingê de, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarojê Mensora yê Tebqayê Foza Mihemed daxuyaniyek da.
Foza Mihemed di daxuyaniya xwe de diyar ku erd heja li Istenbolê çêbû tenê 32 Km dûrî girtîgha Imraliyê ye û wiha got:
“Neeşkerekirina rewşa Rêber Apo û hevalên wî piştî erdhejê ji aliyê dewleta Tirk binpêkirinên qanûnên naventeweyî ne.”
Şêniyên Tebqayê bang li li hêzên cîhanî û rêxistinên navnetweyî kirin ku zextê li dewlet aTirk bikin da ku rê bide malbat û parêzeran ku bi Rêbertî re hevdîtinê bikin.
TAJÊ: Heya em agahî ji rêberê xwe negirin, em nasekinin
Ne tenê li Rojava li Şengalê jî ji bo naskirina rewşa Rêber Apo daxuyanî hatin xwendin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ li nahiyeya Sinûnê ya Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.
Daxuyanî bi amadebûna endamên TAJÊ li ber meclisa jin a Sinûnê ji aliyê Şemê Remo ve hate dayîn.
Dayê Şemê diyar kir metirsî li ser Rêbertî heye û got:
“Em li ser rewşa Rêber Apo bi fikarin.
Em bi navê jinên Êzidî bang li CPT’yê dikin di zûtirîn dem de hevdîtin bi Rêbertî re bike û gel ji rewşa wî agahdar bike.”
Di dawiyê de, bang li gel û azadîxwazan kir ku li dijî vê rewşa li Îmraliyê heye rabin û heya agahî ji Rêber Apo neyê girtin, nerûnin.



