Rûsya: Bi Tirkiyê re li ser beşa duyemîn a S-400 peyman îmze kir

Hîna krîza krîna S-400 a navbera Tirkiye û Amerîka de bi dawî nebûyî, Tirkiye ji bo beşek din ya kirîna Sîstemê bi Rûsyayê re li hev kir.
Rûsyayê ragihand ku di sala bê de wê peymaneke nû îmze bikin.

Serokê Şirketa hinardeya derve ya Rûsî Aleksandr Miheyev têkildarî peymana nû ya S 400’an a bi tirkiyê re axivî.

Miheyev li herêma Moskow di Forma Teknîk û Leşkerî ya Navnetewî ku îro pêk hat de ji rojnamevanan re got,

Peyman hatiye îmzekirin.

Niha ji bo picihanîna şertên wê di aliyê darayî de xebat têne kirin.

Serokê Pişesazî yê Tirkiyê Îsmail Demir jî anî ziman li ser beşa duyemîn a kirîna S-400’an bi Rûsyayê re, ji meha Hezîranê ve danustandin dihatin kirin.

Demîr diyar kiri ku wan li ser beşa duyemîn ji lihev kirine.

Rûsya: Dibe ku 2021’an peymaneke nû ya S-400 were îmzekirin

Li gorî nûçeya, Interfax ya Rûsî jî Rêveberê Şirketa giştî ya parastinê ya Rûsiya Sergey Çemezov peymanek nû ya S 400 bi tirkiyê re dibe ku dinava sala 2021’an de were îmzekirin.

2017’an di navbera Enqere û Moskova de peymana kirîna S-400 hatibû îmzekirin û 2019’an jî sîstem derbasî tirkiyê hatibû kirin.

Tirkiye di berdêla vê sîstemê de, 2,5 milyar dolar dabû Rûsiya.

Lê bicihkirin û aktîvkirina S-400 an hatibû paşxistin.

Berdevkê serokkomariya tirkiyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniya dayî de anîbû ziman ku ji ber vîrûsa Corona bicihkirina S-400 an hatiye paşxistin.

Kalin her wiha diyar kiribû ku wê di dema pêş de bi Rûsya re li gorî hatî plan kirin sîstemê çalak bikin.

Li dijî vê biryarê helwesta Serokê DYA Donald Trump û Senetoyê tê mereqkirin.

Back to top button