Li Iibyayê 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û 6 din jî birîndar bûne

Di destwerdana dewleta Tirk a Libyayê de yekemîn ziyanên wê derket holê. Hat ragihandin ku 3 leşkerên Tirk li ser xaka Lîbyayê hatine kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûne. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî jî li dijî destwerdana derve ya Libyayê nerazîbûn nîşan dan.

Li Lîbyayê şerê di navbera Artêşa Niştimanî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter û çekdarên hikûmeta Wîfaqê ya bi serokatiya Fayîz El-Serac de, didome.

Destwerdana yekser ya dewleta Tirk a Lîbyayê êdî nema tê veşartin û li ser xaka Libyayê yekemîn ziyanên dewleta Tirk derket holê.

Li gorî torên civakî yên Lîbyayê, 3 leşkerên Tirk di şerê li Lîbyayê de hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku ji bo bi balafireke taybet bişînin Tirkiye, cenazeyên leşkerên Tirk gihiştiye balafirxaneya Misratayê.

Her wiha li gorî têwîtekê li ser hesabê bi navê Şoreşa Lîbî hat ragihandin ku li nexweşxaneya bajarê Nalût ku 270 KM ji Terablusa paytext dûr e, hin leşkerên Tirk ên birîndar hene.

Her wiha duh Serkêşê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter piştî daxwaza agirbestê ya Putîn û Erdogan ragihand ku ew ê operasyonên xwe ji bo rizgarkirina paytext Terabulsê bidomînin.

SEROKÊ MISRÊ EBDULFETAH EL-SÎSÎ:
DESTWERDANÊN DERVE EWLEHIYA LÎBYAYÊ TÊK DIBE

Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî jî bi reya telefonê bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li ser rewşa dawî ya Lîbyayê axivîn.

Serokê Misrê El-Sîsî helwesta xwe derbarê destwedana derve di karûbarên Lîbyayê de dubare kir û got,

“Divê destwerdanên derve ku ewlehî û aramiya Lîbyayê têk dibe, were bidawîkirin.

Ji aliyê din ve Putin jî piştgiriya xwe ji bo çareseriyeke siyasî ya ji bo Lîbyayê teqez kir.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ YA MAFÊN MIROVAN:
DERDORA 260 ÇETEYÊN DIN JI BO LÎBYAYÊ HATINE ŞANDIN

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan duh ragihandibû ku derdora 260 çeteyên din yên girêdayî dewleta Tirk ji bo Lîbyayê hatine şandin.

Wiha jî hejmara çeteyên girêdayî dewlea Tirk ji bo Lîbyayê hatine şandin digihêje hezar çete yî.

Her wiha di torên cîvakî de dîmenek belav bû ku tê de serçeteyek ji Koma Sultan Murat ê bi navê Yûsiv Mirhib xwiya dike ku dibêje ew bi komeke çeteyên din re berê xwe didin Lîbyayê.

Leave a Reply

Back to top button