Iraqê ji Emerîkayê xwest ku ji bo vekişandinê heyetekê bişîne

Piştî aloziya di navbera Emerîka û Îranê de, Iraqê di biryara xwe ya ji bo vekişandina hezên Emerîkî de bi israr e. Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî yê îstîfakirî ji bo vekişîna leşkerên Emerîkî yên li Iraqê birêvebibe ji Washîngtonê xwest ku heyetekê bişîne.

Li gorî daxuyaniya bûroyê ya Serokwezîrtiyê ya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê yê îstîfakirî Adil Ebdulmehdî şeva Pêncşemê, li Wezîrê Karê Derve yê Amerikayê Mike Pompeo geriya.

Ebdulmehdî ji Pompeo xwest ku ji bo biryara parlamena Iraqê bi cih were û gavên pêwîst werin avêtin, nûneran bişînin.

WEZARETA DERVE YA EMERÎKAYÊ:
WÊ VEKIŞÎNA HÊZÊN ME YA JI IRAQÊ NEYÊ NÎQAŞKIRIN

Berdeva Wezareta Derve ya Emerîkayê Morgan Ortagus jî daxuyaniyek da û ragihand ku wê şandeyeke Emerîkî serdana Iraqê bike.

Morgan Ortagus da zanîn ku ev şande wê ne vekişîna hêzên Emerîkayê ya ji Iraqê, wê lihevkirinên stratejîk ya di navbera herdu welatan de nîqaş bike.

AYETÛLLAH ELÎ SÎSTANÎ:
ALOZIYÊN SIYASÎ YÊN DERVE IRAQIYAN ELEQEDAR NAKE

Ji aliyê din ve Nûnerê olî yê Şîa yê herî bilind li Iraqê Ayetûllah Elî Sîstanî şerê Emerîka û Îranê yê li ser axa Iraqê şermezar kir.

Elî Sîstanî got: Aloziyên siyasî yên li derve Iraqiyan eleqadar nake, Iraqî tenê serweriya welatê xwe dixwazin.

Leave a Reply

Back to top button