Amerîka ji bo cezakirina Îranê biryarên nû wergirt

Di navbera Emerîka û Îranê de îhtimala derketina şer kêm dibe, lê diyar e ku nakokî zêde dibin.

Wezîrê derve yê Amerîka û Xezîneyê derketin pêşberî çapemeniyê û careke din zextên li ser Îranê ragihandin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Xezînê Steven Mnuchin têkildarî cezakirina Îranê derketin pêşberî çapemeniyê û daxuyanî dan.

Mike Pompeo diyar kir ku wan ji bo cezakirina Îranê biryarên nû xistine dewrê.

Pompeo anî ziman ku şirketên enerjî û qûmaşan yên ku bi Îranê re di nava bazarê de ne jî dikevin çarçoveya van cezayan.

Wezîrê Emerîkî îdia kir ku Qasim Sîlêmanî plana êrîşeke li dijî sefaretxaneya Emerîkayê dikir û got,

“Bi kuştina, Bexdadî û Sîlêmanî gefên li ser Amerîka kêm bûn.”

Yek ji mijarên sereke ya daxuyaniya wezîrên Amerîka jî ketina balefira Ukrayna bû.

Wezîran gotin:

“Ti sedem tuneye ku em bêjîn balefira Ukrayna ji aliyê Îranê ve ne hatiye xistin.

Ji bo vê jî pêwistî bi lêpirsîneke berfireh heye.”

Her weha hat diyarkirin, kesên agahî bidin Emerîka, bê kî balafir xistiye, wê neyên cezakirin.

Leave a Reply

Back to top button