4 Şehîd li Hesekê bi merasîmekê girseyî hatin oxirkirin

Li Hesekê 4 şervanên QSD’ê ku li Dêra Zorê û Hesekê şehîd bûbûn bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Ji bo şervanên QSD’ê Zagros Rodî; binasnav Ferhad Şêxmûs ku 7’ê Çile şehîd bû û endamên Hêzên Xweparastinê Mihemed Mela Hesen, Ehmed El Hiseyin û Mistefa Ebdilrezzq Hesekê ku li Dêra Zorê di demên cuda de şehîd bûn li Hesekê merasîmeke girseyî pêk hat.

Ji bo oxirkirina 4 cangoriyên azadiyê girseyeke qelabalix li goristana şehîd Dijwar ya Hesekê kom bû.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Hiseyîn Selmo di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku berî niha li dijî DAIŞ’ê û niha jî li dijî dewleta Tirk li ber xwe din û weha got:

”Di oxira azadiyê de me gelek şehîd dan. Em ê axên xwe ji dagirkeran re nehêlin û ji bo azadiya welatê xwe bi her awayî têbikoşin.”

Hiseyîn Selmo soz da ku ew ê ji bo serketinê li ser şopa şehîdan bimeşin.

Piştî axaftinan 4 cangoriyên azadiyê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button