Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê Minbicê topbaran kir..
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Şehbayê jî topbaran kirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê da xuya kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha bi çend saetan gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kirin.
Di encama vê topbaranê de 2 welatî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin
Her wiha li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Medîq, Werdiyê, Qeramil û Hisiyê yên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.
Lê heta niha encamên vê topbaranê nehatin zanîn.