Şandeyeke ji Siwêdê serdana Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser kir.
2 jinên malbatên DAIŞ’ê radestî şandeyê hatin kirin.
Şandeya Siwêdî ji Balyoz Frederic Florn, Seroka Beşa Karûbarên Konsulxane û Yasaya Sivîl û cîgira wî Xanim Christine Hedenberg pêk hat.
Li ser rewşa Sûriyê, rêbazên çareserkirina aloziyê û rewşa herêmê civîn hat lidarxisitin.
Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwese Ebîr Îlya di civînê de axivî .
Ebîr Îlya da zanîn ku Pêwîste pirsgirêka Çeteyên DAIŞê ji koka xwe ve were çareserkirin û dadgehekê ji çeteyên DAIŞê re ava bibe.
Elia destnîşan kir ku rêveberî ji êrîşa li ser kampa Holê ditirse lewma divê çareserîkî jêre bê dayîn .
Balyoz Frederic Florn jî tekez kir ku divê aloziya Sûriyê were çareserkirin.
Piştî nîqaşan, Buroya Têkiliyên Derve 2 Jinên DAIŞ’î radestî şandeyê kirin.
8’ê Nîsanê jî ji Tacakistanê Şandeyekê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.