Dewleta tirk a dagirker duh derengiya şevê careke din êrişî herêmê kir .
Vê carê Gundên Eyn Îsayê û Şehbayê topbaran kir.
Dagirkeran gundên Cehbel, Mişêrfa, Xwaringeha Nexîl, Seyda, Muelek, Cidêdê û rêya M4 yên Eyn Îsayê topbaran kirin .
Beriya wê bi demeke kurt gundê Bêlûniyê û derdora Til Rifetê yên Şehbayê rastî êrişan hatin.
Danê êvarî jî gundên Til Medîq, Werdiyê, Qeramil û Hisiyê bûn hedefa êrişan.
Di topbarana gundê Ewn Dadat ê Minbicê de 2 welatî birîndar bûn
Di heman rojê de dewleta tirk gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê da xuya kirin Di encama vê topbaranê de 2 welatî birîndar bûn.