Nasnameya şehîdên Botan û Amedê hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên li Amed û Botanê şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.
Lê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwîna van hevreyên xwe li erdê nehiştin.

7’ê Îlona 2023’an li qada Licê ya Amedê di navbera komek gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî.

Di encama şerê giran de 4 gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gihiştin şehadetê.

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got:

Di vî şerî de Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û Fermandara me ya Eyaleta Amedê Axîn Mûş û hevrê Egîd, Rohat û Demhat şehîd bûn.

Her wiha HPG’ê da zanîn Hevrêyê wan Rênas Tolhildan jî di 17’ê Îlona 2023’yan de li navçeya Basa ya Şirnexê û şehîd bû:

Bi domdarî HPG’ê li ser kesayet û jiyana tije bi têkoşîn, ked û fedakarî ên hevreyên xwe ev yek got:

Fermandara me ya pêşeng Axîn Mûş ku di têkoşîna 26 salan de bi rengekî fedaî jiya û bi rêbaza Zîlan têkoşiya, meşa xwe ya şoreşgerî bi sekna fedaîtiyê gihand asta herî bilind.

Hevrêya me bû yek ji fermandarên fedaî û rastiya jin a azad a herî bedew a felsefeya Rêber Apo.

Ewladên leheng ên Kurdistanê hevrêyên me Egîd, Rohat, Demhat û Rênas jî weke milîtanên herî bijare yên gelê me tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn.

Bi fedaîtiyê bûn pêşeng ku ji aliyê ciwanên Kurd ve mînak bêne dîtin, bi vî rengî cihê xwe di dîroka me de girtin.

Di dawiyê de HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û tevahî gelê welatparêz ê Kurdistanê re xwest.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Axîn Mûş
Nav paşnav: Hulya Demîrer
Cihê jidayikbûnê: Lefkoşa
Navê Dayik: Xanîmzer
Navê Bav: Elîbaz
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2023 / Amed

Nasnav: Egîd Berxwedan
Nav paşnav: Habîb Karakoç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Muzeyyen
Navê Bav: Mehmet Sedîq
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2023 / Amed

Nasnav: Rohat Pasûr
Nav paşnav: Cîhat Ay
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Halîde
Navê Bav: Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2023 / Amed

Nasnav: Demhat Setkar
Nav paşnav: Çetîn Temel
Cihê jidayikbûnê: wan
Navê Dayik: Sîma
Navê Bav: Saît
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2023 / Amed

Nasnav: Rênas Tolhildan
Nav û Paşnav: Ramazan Elîçumuş
Cihê dayik bûye: Şirnex
Navê Dayik: Leyûn
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: 17 Îlon 2023 / Botan

Back to top button