Bi sedan zarokên Efrînê li Şehbayê komkujiyên dijî zarokan şermezar kir

Zarokên Efrînê ku li kampên koçberiyê li Şehbayê dimînin, bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî îro li hev kom bûn û hemû sûc û komkujiyên dijî zarokan têne kirin û bi taybet komkujiya Til Rifatê şermazar kirin.

Bi sedan ji zarokên Efrînê ku li Şehbayê koçber in, li pêşiya girovera Komkujiya Til Rifatê li hev kom bûn û daxuyanî da û zarokên cîhanê hate pîrozkirin.

Zarokan êşa bi hezaran zarokên Sûrî ku di encama aloziya 10 salan de birçî, sêwî, nexweş, û bêwar û bêperwerde mane bi bîr xist û komkjiyên dewleta Tirk ku der heqê zarokan de de hatine kirin, destnîşan kirin.

Zarokan Efrînê hemû komkujî û sûcên der heqê zarokan de têne kirin şermezar kir û bang li civaka navdewletî kirin ku komkujiyên dijî zarokên tên ekirin rawestînin û mafên wan biparêzin.

Back to top button