Bi dirûşma “Dem dema Azadiya rêber Abdulah Ocalan e” Şêniyên navçeya Şêran a Kobanê daketin qadan û meş li dar xistin.
Di çalakiyê de peyama bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya rêber Apo hate dayîn.
Kongreya Star a navçeya Şêranê ya rojhilatê Kobanê di çarçoveya hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” meşek li dar xist.
Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên sazî û meclisan tevlê meşê bûn.
Xwepêşandêr ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê heta çarxereya şaredariyê meşiyan.
piştî ku meş veguherî mîtingê, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeyê Letîfe Silêman axivî got:
“Armanca me ji vê xwepêşandanê azadiya rêber Ocalan e.”
Letîfe Silêman di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tirk nikare rêber Abdullah Ocalan dûrî gelê Kurd bixe û nikare gelê Kurd û gerîla ji hev cuda bike