Qonaxa 3’an a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bû

Piştî 10 rojan, qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê bi dawî bû.
Hêzên Asayîşê ragihand ku operasyon bi serkeftî bi rê ve çû û 85 çete û alîkarên wan hatin girtin.
Asayîşê got:
Berpirsê reşkujiyan hat kuştin û belavkerê tundirewiyê hat girtin.
Jineke Êzidî hat rizgarkirin.
Rê li ber desteserkirina Kampa Holê hat girtin.
Lê divê civaka navdewletî welatiyên xwe vegerînin da ku ewlehî serwer bibe.

Li kampa Holê derbarê Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê civîneke çapemeniyê hat Iidarxistin.

Hêzên Asayîşê li wir daxuyaniyek da û bidawîbûna Qonaxa Sêyemîn a Operasyonê ragihandin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serî de em şehîdên xwe Rebah Elehmed, Yamin Şedad, Mihemed El Seîd, Ebdilselam El Ehmed û hemû şehîdên xwe yên ku roleke girîng di rêveçûna ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ li kampa Holê lîstin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Jixwe ev şehîdên me di dema ku bi erkên xwe di peydakirina pêwîstiyên berdewama operasyonê de radibûn, ji aliyê balfirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedef girtin û gihaştin asta şehadetê.

Wek tê zanîn hêzên me; Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û bi alîkarî û piştgiriya hêzên Hevpeymana Navdewletî di 27`ê Çileya borî de Qonaxa Seyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê li ser bingeha erkên ewlehî, exlaqî û mirovî li hember niştecihên kampê, da destpêkirin. Li aliyekî din jî, ev destpêkirin li gorî agahiyên ku me ji mikurhatinên hin endamên şaneyên razayî yên DAIŞ`ê yên ku di demên dawîn de hatibûn girtin, wergirtibûn ku tê de diyar kirin ku şaneyên wan hewl didin ji mijûlbûna hêzên me di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî rejîma Sûriyeyê de sûdê wergirin û xwe rêxistin bikin, pêk hat.

Operasyon li gorî plana me diyar kiribû, bi rê ve çû. Tê de hemû beşên kampê hatin paqijkirin, her wiha gelek madeyên teqemeniyê wekî mayîn, bombe û kemberên teqemeniyê, her wiha tunel hatin dîtin. Li kêleka van jî, bi dehan şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û hevkarên wan hatin girtin. Jixwe hejmara çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê yên ku bi destan hatine çêkirin diyar dike ku şaneyên çeteyan amadekariyên mezin ji bo pêkanîna çalakiyên di hundir kamê de û desteserkirina kampê kirine. Her wiha girîngiya dema destpêkirina qonaxa seyemîn a vê operasyona ewlehiyê jî nîşan dide.

Serçeteyek hate kuştin

Li aliyekî din, hêzên me karî xwe bigihînin serçeteyê bi navê Ebû Sufyan Elhêbî ku berpirsê çeteyan di hundir kampê û dervî wê de ye. Ev serçete bi rola rêxistinkirina çalakiyên terorîstî di hundir kampê û dervî wê de radibû. Di heman demê de jî şaneyên çeteyan koordîne dikir û plansaziya çalakiyên wan ên di hundirê kampê û derveyî wê de amade dikir. Lê belê piştî tesbîtkirina cihê wî, tevî çeteyekî din hate kuştin.

Jineke Êzidî hate rizgarkirin

Ji milekî din ve, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku roleke pêşeng di vê operasyonê de lîst, bi çalakiyeke taybet jineke êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto ku beriya 10 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di dema êrişkirina li ser gundê wê Herdan ê Şengalê de hatibû revandin, rizgar kir.

Belavkerê tundirewiyê hat girtin

Ramanên tundraw û îdeolojiya radîkal ku rêxistina terorîst a DAIŞ`ê xwe pê rêxistin dike, hîn jî di nava kampê de berdewam e û bi awayekî sîstematîk di mejiyê zarokan de tê pêşxistin û bicîkirin. Helbet ev yek jî bi armanca afirandina nifşekî nû ku berdewamiya hişmendiya çeteyên DAIŞ`ê bike, tê kirin. Lewra, li ser vî esasî gelek çeteyên ku ev fikrên tundraw belav dikirin, di serî de serçeteyê bi navê Ebû Ebdilhemîd ku berpirsê yekser ê belavkirina van fikran bû û di heman demê de jî fetwayên kuştin û tehdîtkirina niştecihên kampê dida, hatin girtin.

Hêzên me di vê operasyonê de ku 10 rojan berdewam kir, karîbûn erkên xwe bi disiplîn û hesasiyeteke mezin ku tê de hemû rewşên mirovî yên kampê li ber çav hatin girtin, pêk bînin. Her wiha di dema kontrolkirin û paqijkirina beşan de û ji bo serxistina vê operasyonê û rakirina hemû xeteriyan li ser niştecihên kampê, cihên ewle ji bo van niştecihan hatin avakirin. Li aliyekî din jî, tevî bangewaziya rêveberiya kampê ji rêxistinên mirovî re ku bi erkên xwe di peydakirina kampan ji bo bi cih kirina niştecihan rabin, lê van rêxistinan bi erkên xwe ranebûn. Jixwe ev yek jî destnîşan dike ku alîkariyeke guncav ji aliyê van rêxistinan ve nayê pêşkêş kirin.

Li milekî din, kêmbûna asta guhdana navdewletî û nerabûna rêxstin û saziyên navdewletî bi erkên xwe derbarê vê xeteriyê. Her wiha rakirina barê rêgirtina li ber berfirehbûna vê terorê di kampê de û kêmkirina hovîtiya çalakiyên teroristî li hember niştecihên kampê li ser milê Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekarî û leşkerî dihêle ku çareserkirina vê pirsgirêk zehmettir bibe.

Wek tê zanîn, operasyona me rê li ber planên çeteyên DAIŞ`ê ku dixwestin xwe bi hêz bikin û dest deynin ser kampê û derdora wê da ku çalakiyên xwe di hundirê kampê û derdora wê de pêk bînin, girt. Jixwe armanca me ya sereke ew bû ku em dorhêleke ewle û aram di kampê de peyda bikin. Her wiha vegirandina malbatên DAIŞ`ê ji bo welatên wan jî mijareke girîng e. Ji ber ku rakirina fikrên wan ên radîkal ji holê wê Kampê bi taybet û Sûriyeyê bi giştî ewle bike û di heman demê de wê cîhanê jî ji xetere û terora wan biparêze.

Qonaxa Seyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ji bo paqijkirina kampa Holê li vir bi dawî dibe, lê belê operasyon û çalakiyên me heta ku DAIŞ’iyek nemîne dê dewam bikin. Her wiha çi dema pêwîstî pê hat dîtin jî em ê operasyonan bikin.

Bîlançoya operasyonê

  • Hejmara çeteyên ku hatin girtin: 85 çete û alîkarên wan.
  • Çekên hatine desteserkirin: 8 kalaşnîkov, 4 mayîn, 2 rextên teqemeniyê, 7 bombeyên destan, 25 funya, guleyek Bisfingê û hejmarek cebilxane bû.
  • Miqdarek ji kel û pelên leşkerî.
  • Miqdarek madeyên hişbir.
  • 5 tunel jî hatin jinavbirin.

Back to top button