Îroj roja 10’an a qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ye.
Nûçegihana me ji Kampa Holê ragihand ku, hêzên operasyona Mirovî û Ewlehiyê, 2 tunelên nû dîtine.
Nûçegihana me da zanîn ku herdu tunel di beşê muhacîratan de hatine dîtin.
Li gor wê, yek ji wan bo veşartina zarokan û ya din jî bo êşkencekirinê ye.
Her wekî li gor çavakniyên leşkerî jî, qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewheliyê ber bi dawiyê ve diçe.