Parlementerên Iraqê: Divê li hemberî êrîşên Tirkiyê were rawestandin

Parlementerên Iraqê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê şermezar kir û destnîşan kir ku divê li hemberî vê siyaseta serokkomarê Tirkiyê Erdogan were rawestandin.Parlementerekî Berê yê Başûrê Kurdistanê jî anî ziman ku ger rûmeta desthilata Herêmê hebe wê helwestek cidî li dijî dagirkeriyê nîşande.

Bertek û nerazîbûna li hermberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî başûrê Kurdisanê û wargeha Mexmûrê zêdetir bûne.

Parlementerên Iraqê destnîşan kir ku divê li hemberî vê siyaseta serokkomarê Tirkiyê Erdogan were rawestandin.

Endamê Komîteya Mafên Mirovan a Parlemantera Îraqê Ehmed El-Kînanî destpêkê pirsî ku Tirkiyê îdîa dike ku metirsî li ser ewlehiya netewî ya wê heye, lê gelo armanc ji êrîşa li dijî kampên koçberan çi ye?

El-Kînanî diyar kir ku sûcên Tirkiyê dikeve qonaxeke metirsîdar û got:

“Divê li hemberî vê siyaseta Enqereyê were rawestandin.

Divê hikûmeta Îraqê dosya destwerdana Tirkiyê û hovîtiya wê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî cidî bigre dest.

Em bang li wezareta karûbarên derve ya Îraqê dikin ku daxwaznameyeke şermezariyê radestî Konseya ewlekariyê ya Navnetewî bike.”

Wezîrê Karê Derve yê Îraqê Fûad Hisên heta niha ti helwestek derbarê destdirêjiyên Tirkiyê de nîşan nedaye, ev bêdengî jî rastî rexneyên gel hatin.

Hiqûqnas Hesen El-Nasir destnîşan kir ku Fûad Hisên namzetê PDK’ê ye û di hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re navdare.

Piraniya êrîşên terorîst ên ku Tirkiyê pêk tîne, bê guman nîşanên hevkariya PDK’ê têde hene.

Parlemantera Îraqê û Endama Komîteya Mafên Mirovan a Parlemanê Fatme El-Mûsewî jî da zanîn ku Tirkiye sûcên dijmirovî derheqê gelê Kurd de dike.

Her wiha di rûniştinên parlemanê yên dema pêş de wê li ser sûcên şer ku Tirkiyê dide meşandin û kampên koçberan hedef digre, wê bêne nîqaş kirin.

Şêrko Emîn:Ti rûmeteke desthilata herêmê nemaye

Di heman çarçoveyê de; Parlementerê Berê yê Başûrê Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, da zanîn ti rûmetek ya desthilata Herêma Kurdistanê nemaye ger rûmeta desthilata Herêmê hebe wê helwestek cidî li dijî dagirkeriyê nîşande.

Şêrko Emîn mixabîniya xwe ji hink partiyên siyasî yên ku rewatiyê didin dagirkeriyê anî ziman û diyar kir ku erkê desthilatê ye şêniyên wan gundên li deverên sinorî bi parêzin.

Ferzîn Kerbasî: Divê gelê Kurd li hemberî dijmin bibin yek

Her wiha Berpirsê Peywendiyên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşan a Îranê Ferzîn Kerbasî bang li partiyên Kurdan kir daku dijî dijminê gelê Kurd bibin yek û xwe biparêzin.

Zikrî Zêbarî: Di şerê man û nemanê de divê Kurd yek bin

Duh jî endamê parlamana Başûrê Kurdistanê Zikrî Zêbarî di tevlîbûna xwe ya di bernameya Bûyer ya Ronahî TV de derbarê planên Tirkiyê yên dagirkeriya xaka Kurdistanê axivî.

Zikrî Zêbarî got ku daxwaza Tirkiyê ew e ku Kurdan dijî hev bide şerkirin û diyar kir ku ji partî û alî hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dikin wê rastî şermezariya dîrokê werin.

Zêbarî destnîşan kir ku ne di perjewendiya ti aliyekê Kurd de ye ku hevkariyê bi Tirkiyê re bike, ji bo wê di vê şerê man û nemanê de divê Kurd bi yekîtiyekê nava xwe de dijî dewleta Tirk rabin.

Back to top button