Ji bo bûyera li Metîna şandek lêkolînê ber bi herêmê bi rêket

Şandek hevbeş ya Parlamentoya Iraq û ya Başûrê Kurdistanê, ji bo bûyerên dawî ku li herêma Metîna rûdabû, lêkolîn bikin ber bi herêmê bi rêketin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Di 5’ê Hezîranê de çekdarên PDK’ê êrişî kampek gerîla ya li Herêma Metîna kirin.

Bê ku şerek çêbibe, di nava pêşmergeyan de teqînek mezin çêbû. Li gorî pêşmergeyên birîndar ji hewa de li wesayîta wan ya zirxî hatiye xistin.

HPG’ê jî xwest şandek serbixwe were herêmê û bûyerê lêkolîn bike.

Li ser daxwaza HPG’ê îro danê sibê şandeyek hevbeş ji endamên Parlamentoya Iraq û Herêma Kurdistanê ber bi herêmê bi rê ketin.

Parlamenterê Fraksiyona Goran ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê Şaxewan Reuf ku bi xwe di nava şandeyê de cih digre, ji Rojnews re axivî.

Şaxewan got;

“Emê îro biçin Zaxo, Şeraniş, Batufa û sibe jî biçin herêma Amêdiyê cihê bûyerê. Piştî serdana me temam bû, emê bi raporeke rastiya bûyerê bi raya giştî re parve bikin.”

Back to top button