OHD a Şaxa Colemêrgê ktêkildarî Mûstafa Bor ê li Geverê polîsan îşkence lê kiribû daxuyanî da, OHD diyar kir ku îşkence bi ewraqên fermî hatiye piştraskirin û got: Dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.
Îro danê sibehê li navçeya Gever a Colemêrgê polîsan di avêtina ser malan de 7 kes binçav kiribûn.
Di dema avêtina ser malan de polîsan cam û deriyên malan şikandin û tahde li ciwanan kirin.
Polîsan bi qundaxên çekan û pehîn û kulman li Mustafa Bor xistin û ew birîndar kirin.
Polîsan ciwanên binçavkirî pêşî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û ji wir jî ew birin midûriyeta polîsan.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Colemêrgê têkildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku OHD’ê hevdîtin bi Mûstafa Bor û malbata wî re kiriye.
Di hevdîtinê de malbatê da zanîn di dema avêtina ser malê de polîsan Mûstafa Bor xistine odeyekê û derî li ser girtine û li vir bi qasî du saetan ew îşkence kirine.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: OHD’ê ragihand ev yek bi Rapora Muayeneya Edlî ya Giştî hatiye tomarkirin û got:”Ev îdiayên îşkenceyê yên navborî, bi ewraqên fermî hatiye piştrastkirin.”
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê OHD’ê di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.