Komeleya Mafên Mirovan IHD yê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî da, destnîşan kir ku divê desthilat dest ji helwesta xwe ya li hemberî kurdan berde. IHD ji bo pergal û feraseteke ku gelan diparêze û demokratîkbûnê bang li desthilatê kir.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî encamên hilbijartinên serokkomariyê û giştî daxuyaniyeke binivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di navbera partiyên siyasî û hilbijêran de wekheviyek tune bûye û şert û mercên demokratîk nehatine peydakirin.
IHD’ê diyar kir tevî hemû zextên rêveberiya otorîter jî nîviyê welatiyan fikreke cuda esas girtiye û wiha got: “Çendî partiyên muxalefetê xwedî fikrên cuda bin jî, hevpariyeke di warê îtiraza dmeokratîkbûnê de xwe daye der.
Em parêzvanên mafên mirovan wiha difikirin ku divê ev îtiraza demokratîkbûnê bê qebûlkirin. ”
Di dewamê de IHD bal kişande ser astengiyên li ber azadiya fikr û ramanê û got: Divê desthilat dest ji zimanê xwe yê nefretê û cihêkariyê yê li hemberî muxalifan berde.
Komeleya Mafên Mirovan anî ziman encama herî girîng a van hilbijartinan jî ew bû ku kurdan li dijî polîtîkayên desthilatê helwesteke mezin nîşan dane û ev yek anî ziman:
“Desthilat jî divê di warê meseleya kurd de gavên demokratîk biavêje.
Divê mafên aborî û civakî yên karker û kedkaran bên mîsgoerkirin û peymanên di vî warî de yên îmzeya Tirkiyê li binî wan e neyên jibîrkirin û bên pêkanîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de Komeleya Mafên Mirovan IHD ji bo pergal û feraseteke ku gelan diparêze û demokratîkbûnê bang li desthilatê kir.